Li seranserî Bakurê Kurdistanê ji bo şehîdên PKK'ê şîn heye

Li seranserî Bakurê Kurdistanê ji bo Şehîdên PKK`ê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest daye, şîn tê li darxistin. Sibe jî li navçeya Nisêbîn a Merdînê dê konê sersaxiyê bo 3 rojan were danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Cizîrê bi beşdariya hezaran şîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir.      

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê îro bi pêşengiya Komeleya Yekîtî ji bo şehîdên PKK`ê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li ber avahiya DEM Partiyê şîn hat danîn.

Bi hezaran welatiyên herêmê berê xwe dan şînê

Şîna Şehîdên PKK`ê dê 3 rojan berdewam bike û roja dawî wê ji bo wan mewlîd û merasîma bîranînê were lidarxistin.

Li Geverê şîna şehîdên PKK'ê di roja 2'emîn de berdewam dike 

Li navçeya Gever a Colemêrgê, şîna Şehîdên PKK`ê di roja 2’yemîn de berdewam dike.

Bi hezaran kes ji bo şînê ji çar aliyên bajêr ber bi qadê ve herikîn.

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên li bajêr û welatiyên ji çar aliyên Colemêrgê û bajarên derdorê beşdarî şînê bûn. 

Li Wanê şîna şehîdên PKK'ê di roja 3'yan de bi dawî dibe

Li Wanê jî  şîna Şehîdên PKK`ê di roja 3’yemîn der bedewam dike û îro şîn dê bi merasîma bibîranînê bi dawî bibe.

Her wiha dê li sînevziyonê li ser bîranîna wan hatiye amadekirin, were nîşandan.

Sibe li Nisêbînê şîn ji bo şehîdên PKK'ê tê lidarxistin 

Di heman çarçoveye de bîranîna Şehîdên PKK`ê yên ku di cih û demên cuda da jiyana xwe ji dest dane, dê sibe li Nisêbînê şîn bê danîn.

Her wiha li navçeya Nisêbîn a Merdînê dê 3 rojan şîn bê dayîn.

Şîn dê li Qada Bazarê ya li kêleka Mala Şînê ya Şukru Akay bê danîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye