Tsunamiya sînorê Nepal û Tîbetê: Herî kêm 165 kes mirin û 1400 kes jî winda ne

Li ser sînorê navbera Nepal û herêma Tîbetê ya Çînê, ji ber hilweşîna qeşayê lehiyeke mezin mîna tsunamiyê rabû; di karesatê de herî kêm 165 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 860 jê geştiyarên biyanî, bi giştî 1384 kes winda bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêma Hîmalayayê ya li ser sînorê Nepal û Çînê karesateke mezin a xwezayî qewimî. Dezgeha Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku lehî ji ber hilweşîna qeşayeke pir mezin çêbûye, her wiha ji ber vê hilweşînê erdhejeke bi hêza 5.2 pileyî çêbûye. di encam de, lehiyeke mezin mîna tsunamiyê rabû û gund û navendên bazirganiyê yên li ser sînorê her du welatan bi temamî ji ser nexşeyê paqij kirin. Di vê karesatê de li aliyê Nepalê 162 kesan û li aliyê Çînê (Tîbet) 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Herwiha zêdetirî 860 jê geştiyarên biyanî (ji welatên wekî Hindistan, Awistralya, Amerîka û Brîtanyayê), bi giştî 1384 kes winda bûn. Niha hêzên ewlehiyê û artêşa Nepalê bi firokeyan operasyonên rizgarkirinê didomînin, lê pispor hişyariyê didin ku ji ber girtina rênîşên hinek çeman metirsiya lehiyên nû heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye