Mazlûm Ebdî û Mesûd Barzanî civiyan

Mazlûm Ebdî bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re li Pîrmamê civiya.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî yê ji bo tevlî Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) bibe berê xwe dabû Hewlêrê, li Pîrmamê bi Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, di civînê de pêşketinên siyasî yên dawî yên li Sûriyê û herêmê, rewşa ewlekariyê hatiye nîqaşkirin.
Di civînê de ku lêgerînên çareseriyê ya li Sûriyê û mafê Kurdan a di Destûra Bingehîn de hat gotûbêjkirin ev agahî hat dayîn: “Di civînê de rewşa siyasî ya li Sûriyê û Herêmê, pêşketinên dema dawî hatin nîqaşkirin.
Her wiha siberoja Kurdan a li Sûriyê, rêveçûna pêvajoya diyalogê, çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya aştiyane û hewldanên dîplomatîk ên ji bo aramiya welat hatin nirxandin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye