Desteya Giştî ya Balafirgehên Sivîl a Erebistana Siûdî, ragihand ku rawestandina karên balafirgehê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Melik Xalid li Riyadê hatiye dirêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Desteyê, ev biryar ji bo temamkirina tedbîrên pêwîst ên ji bo piştrastkirina ewlekariya avahî û binesaziya balafirgehê, hatiye girtin.
Desteyê diyar kir ku ev pêvajoyên kontrolkirinê bi hevkariya saziyên têkildar tên meşandin.
Ew jî da ku ewlehiya balafirgehê û amadebûna wê ya ji nû ve destpêkirina kar bê piştrastkirin.