Parêzgariyê da zanîn ku ev ne bûyereke giştî ye û li navenda bajêr belav nebûye.
Van demên dawî li ser platformên medyaya civakî hinek dîmen û wêne belav bûbûn.
Di wan dîmenan de xuya dibû ku hinek kesan wêneyên gerîlayên PKK`yê li kolanên Ameda Bakurê Kurdistanê hildane jor.
Li ser vê bûyerê Parêzgariya Amedê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hildana posteran a li
çend kolanên biçûk “ne bûyereke rêxistinkirî” ye.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev rewş li seranserê bajêr belav nebûye.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, piştî ku hat destnîşankirin posterên gerîlayan li çend cihan hatine bilindkirin, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kiriye.
Di encama xebatên polîsan de 4 kesên ku hatibû tesbîtkirin di vê çalakiyê de cih girtine, hatin binçavkirin.
Parêzgariyê ev çalakî wekî “çalakiyên neyasayî” pênase kir û wiha got, “Em li gorî yasayan tevlî wan çalakiyan ku pêvajoya Tirkiya bêteror dikin armanc. Em li dijî her cure hewldanên ku aramiya gel û biratiya civakê dikin armanc, bi awayekî biryardar tevbigerin.”