Di pêla duyemîn a operasyona li dijî Suleymanciyan de 12 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna der barê koma Suleymanciyan de, pêla duyemîn a operasyonan hat lidarxistin. Di operasyonên ku li çar parêzgehan hatin kirin, 12 kes hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Operasyon li Stenbol, Konya, Mersîn û Muglayê, di çarçoveya lêpirsîna bi serokatiya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de hat lidarxistin.

Der barê 13 gumanbaran de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.

12 kes hatin binçavkirin û hewldanên ji bo dîtina gumanbarê mayî berdewam in.

Di pêla yekem a 13'ê tebaxê de 32 kes di nav de Alîhan Kurîş jî hebûn hatibûn girtin, lê şeş kesên din bi şertê kontrola dadwerî hatibûn berdan.

Gumanbar bi tohmetên wekî damezrandin û birêvebirina û endamtiya rêxistineke sûc, şûştina pereyan, xapandin û revîna bacê re rûbirû ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye