Malbatên kesên winda: Ji bo aştiyê divê berî her tiştî rastî derkeve holê

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên kesên winda li bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê der barê Mehmet Selîm Acar, Aydin Aslan û Feysel Aslan de daxuyaniyên hevdem dan. Der barê çarenivîsa windabûyiyan de daxwaza bersivê û banga darizandina berpirsiyaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên kesên winda ji bo hefteya 915'an a çalakiyên xwe li Parka Koşu-yoluyê kom bûn.

Aliyên navborî der barê çarenivîsa Mehmet Salîm Acar ê ku di 20`ê tebaxa 1994'an de bi darê zorê hatibû windakirin, daxwaza agahî û bersivê kirin.

Kurê Acar, Îhsan Acar, got:

"Îro em behsa pêvajoya aştiyê dikin. Ji bo behskirina aştiyê, divê berî her tiştî ew kesên ku berpirsiyarê windakirinan in, bên eşkerekirin."

Komeleya Mafên Mirovan ragihand ku heta ku çarenivîsa kesên winda were eşkerekirin û dadwerî pêk were, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye