Alîkarê serokê giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz: Lijneya ewlehiya neteweyî hat avakirin

Piştî Qanûna Çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin, Rayedarên dewletê têkildarî mijarê peyam û daxuyanî dan. Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz û siyasetmedar Abdullah Gul li hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de peyamên pîrozbahiyê weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Der barê mijarê de daxuyaniyek jî ji alîkarê serokê giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz hat.

Daxuyaniya Yilmaz bi vî rengî ye:

"Digel weşandina Qanûna der barê Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yektiya Civakî de ku di Meclisa Gazî de bi dengekî rekor hat qebûlkirin, di çarçoveya qanûnê de Lijneya Ewlehiya Neteweyî hat avakirin.

Lijne ji bo diyarkirina rewa û rêgezên xebatê û bicihanîna erk û berpirsyariyên xwe yên ku bi qanûnê hatine pênasekirin, dê civîna xwe ya yekem di 24’ê Tebaxê de pêk bîne.

Ji bo welatê me, miletê me û herêma me pîroz û bixêr be."

Der barê weşandina qanûnê de nirxandina Abdullah Gul

Girêdayî mijarê Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul jî ev nirxandin kir:

"Biryara ku îro bi erêkirina Birêz Serokkomar di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di çareseriya pirsgrêka Kurd de ku yek ji mijarên girîng ên dîroka me ya Komarê ye, deriyekî nû vekir.

Ji bo vê gava wêrek, di serî de Serokkomar Erdogan û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli, rêberên siyasî û peywirdarên Dewletê yên ku li paşperdeyê zemîn ji vê lihevkirinê re amade kirin, pîroz dikim.

Hêvî dikim ev qanûn ji bo Tirkiyê bixêr be."

Sê lijne tên pêşbînîkirin

Piştî weşandina Qanûna çarçoveyê di Rojnameya Fermî de dê çav li rapora “îspat û tespîtê” ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bin.

Qanûn dê xwedî wesfê demkî be û dê ji bo heyama 6 mehan bê cîbicîkirin.

Di rewşa pêdiviyê de ev dem dikare ji aliyê serokkomariyê ve were dirêjkirin.

Yek ji van lijneyan dê di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de “Lijneya Meşandin û Nirxandinê” be.

Her wiha tê payîn ku Lijneya Çavdêrî û Meşandinê ya Meclisê were avakirin.

Lijneya ku dê di bin Serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş de û bi beşdarbûna partiyên siyasî yên di parlamentoyê de bê avakirin, dê wesfê “lijneya kontrolê” hilde.

Lijne dê cîbicîkirina qanûnê kontrol bike û dê karibe pêşniyaran bike.

Lijneya di bin serokatiya Yilmaz de jî dê der barê xebatên ji bo cîbicîkirina qanûnê de vê lijneyê bi awayekî birêkûpêk agahdar bike.

Hîna zelal nebûye ka ev lijne dê ji çend kesan pêk bê.

Lê tê payîn ku ji 17 endaman pêk bê.

Tê payîn di rojên pêş de şandeya Îmraliyê biçe giravê

Di vê çarçoveyê de, tê pêşbînîkirin ku ji bo Abdullah Ocalan di serdema bê de karibe bi rojnamevan û akademîsyenan re hevdîtinan bike û bigihêje dorûberên cuda, mercên ragihandinê werin başkirin.

Tê payîn ku endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol jî di rojên pêş de ji bo nîqaşkirina geşedanan li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye