Di seatên sibehê de, dengê teqîneke bihêz ji parzûngeha petrolê ya li Banyasê hat bihîstin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku deng ji ber teqîna li depokirina hîdrojînê derket.
Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku di encama teqînê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Gerînendetiya Tenduristiyê li Tertûsê ragihand ku nexweşxaneyê 3 karmendên jiyana xwe ji dest dabû pêşwazî kirin.
Heta niha sedema teqînê bi awayekî giştî nehatiye zelalkirin.