Dadgeha cezayan li Şamê biryara bidarvekirina Wesîm Esed da

Piştî Beşar Esed, dadgeha Sûcan a Çarem li Şamê biryara bidarvekirinê li Wesîm Esed birî. Dadgehê got ku wê ji ber pêkanîna sûcên kuştin, êşkencekirin, revandin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer, ev biryar girtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Şamê, îro dadegkirina Wesîm Esed dest pê kir.

Dadgeha Sûcan a Çarem li Şamê biryara bidarvekirinê li Wesîm Esed birî.

Dadgehê diyar kir ku ji ber pêkanîna sûcên kuştin, êşkencekirin, revandin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer, der heqê Wesîm Esed de cezayê bidarvekirinê birî,

Her wiha dadegehê da zanîn ku wê hemû milk û pereyên girêdayî wî jî ji hêla xezîneya giştî ve werin desteserkirin.

Dadwer Fexredîn Iryan di rûniştinê de diyar kir ku di lêpirsînan de û bi palpiştan sûcên ku li dijî Wesîm Esed hatine wergirtin hatin çespandin.

Li gorî wî, ew kom li herêmên Xûta, Şerqiya û bajarokê Milîha yên ku sivîl lê bûn, komkujî pêk anîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye