Komkara Erebî cezayên li ser Sûriyê rakirin

Piştî 15 salan Komkara Erebî cezayên siyasî, aborî û civakî yên li ser Sûriyê rakirin, lê qedexe ye ku rayedarên berê derkevin derveyî Sûriyeyê û mal û milkên wan hatin cemidandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Komkara Erebî di kombûyîna wezîran a 166`an de biryar da ku cezayên li ser Sûriyê rake.
Di biryarê de hatiye gotin hemû cezayên siyasî, aborî, civakî yên li ser Sûriyê tên rakirin.
Biryara rakirina cezayan ji bo rayedarên berê ne derbasdar e û dê qedexe be ku derkevin derveyî Sûriyeyê û mal û milkên wan hatin cemidandin.
Meclisa komkarê ji Meclisa Aborî û Civakî daxwaz kir ku biryara rakirina cezayan li ser Sûriyê bişopîne.
Komkara Erebî piştî aloziya Sûriyê di Mijdara sala 2011`an de hikumetê berê ya Sûriyê ji aliyê aborî û civakî ve ceza kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye