Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, der barê rewşa ewlehiyê ya li herêmê de daxuyaniyeke girîng da.
Eraqçî destnîşan kir ku ewlehiya hin welatên herêmê ku xwe dispêre destwerdana biyanî, hilweşiyaye û got Tehran amade ye bi hemû welatên herêmê re, bi taybetî bi welatên Kendavê re, hevkariyê bike.
Der barê Tengava Hurmuzê de jî, Eraqçî hişyarî da ku tengav êdî venagere rewşa xwe ya berê û tekez kir ku agirbest tenê bi rawestandina tevahiya şer û bidawîanîna pevçûnan dikare were bidestxistin.