Di êrîşên Ûkraynî yên li ser Belgoroda Rûsî de 2 kes hatin kuştin

Di berdewamiya şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de, desthilatdarên herêma Belgorodê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşên dronên Ûkraynî yên şevê de 2 kes hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê herêma Belgorodê got:

"Di encama vê êrîşê de ziyan gihîşt nêzî 30 avahiyên niştecîhbûnê, 35 erebe, 4 xanî, 3 avahiyên rêveberiyê, 8 avahîsaziyên bazirganî û 3 navendên civakî."

Rûsya keştiyeke barhilgir li deryaya Reş armanc kir

Ji aliyê xwe ve Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, şeva borî dronên wan êrîşî keştiyeke barhilgir li Deryaya Reş kir.

Wezaretê diyar kir, ev keştî ber bi bendera Tchornomorsk ve diçû û alîkarî ji Artêşa Ûkraynî re hildigirt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye