Gelek welatan biryara dorpêçkirina tengava Hurmizê şermezar kirin

Li hemberî dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Tengava Hurmizê, gelek welatan nerazîbûn nîşan dan. Çînê ragihand ku ferzkirina kontrolê li ser trafîka keştîvaniyê li Tengava Hurmizê li dijî berjewendiyên civaka navneteweyî ye. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî, got ku ew û Brîtanyayê wê ji bo vegerandina azadiya seyahetê li Tengava Deryayî, konferansekê li dar bixin. Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov jî, piştrast kir ku ev dorpêça deryayî wê bandora xwe ya neyînî li ser bazarên navneteweyî bidomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê li ser Tengava Hurmizê dorpêça deryayî pêk bîne, gelek welatan nerazîbûn nîşan dan.

Çîn: Ev dorpêç xizmeta berjewendiyên navneteweyî nake

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ragihand ku dorpêçkirina li ser Tengava Hurmizê "ji bo berjewendiyên hevpar ên civaka navneteweyî xizmetê nake.

Ev yek jî piştî daxuyaniya Fermandariya Navedî ya Amerîkayê hat, ku tê de eşkere kiribû ku kontrola deryayî li ser Kendava Omanê û Deryaya Erebî li rojhilatê Tengava Hurmizê wê îro, roja Duşemê, di saet 14:00 GMT de dest pê bike.

Wang her wiha got ku ya herî baş ji bo çareserkirina krîzê ew e, ku bi rêyên siyasî û dîplomatîk agirbestek berfireh û mayînde were bidestxistin.

Fransa: Em û Brîtanya ji bo pirsgirêka Tengavê, konferansekê li dar bixin

Di heman çarçoveyê de jî, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew û Brîtanya dê bi welatên ku dixwazin beşdarî mîsyoneke aştîparêziyê ya pirneteweyî bibin ku armanca wê vegerandina azadiya seyahetê li Tengava Deryayê ye, konferansekê li dar bixin.

Birîtaniya: Ji bo vekirina tengavê em ê welatan bînin gel hev

Di heman demê de, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got ku "tiştê herî girîng" ku ew dikare bike ev e, ku welatan bîne gel hev da ku banga kêmkirina aloziyê û ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê bikin.

Kremlin: Ev dorpêç wê bandoreke neyînî li bazara giştî bike

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got, "Dibe ku ev dorpêça deryayî bandora xwe ya neyînî li ser bazarên navneteweyî bidomînin.

NY: Hewldanên dîplomatîk ji bo karanîna Tengavê didomin 

Neteweyên Yekbûyî jî, dan xuyakirin ku hewldanên dîplomatîk didomin derbarê pêşniyarek ku ji hêla rêxistinê ve tê serkêş kirin da ku derbasbûna ewle ya barkirinên gubreyan bi rêya Tengava Hurmizê misoger bike.

Beriya vê yekê jî, şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz hişyarî dabû ku bandorên şerekî li Rojhilata Navîn dê demdirêj bin, bi taybet li ser sektora enerjiyê û aboriya Almanyayê.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî, gotibû ku Enqere bawer dike ku dê Tengava Hurmizê di zûtirîn dem de ji nû ve were vekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye