Dorpêça li ser tengava Hurmizê dest pê kir

Trump careke din gef xwar û got ku ger Îran hawil bide ku dorpêça li ser Tengavê bişikîne, ew ê keştiyên êrîşên bilez yên Îranê wêran bike. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Deryavanî jî, got ku mafê ti welatekî nîne ku Tengava Hurmizê li ber trafîka deryayî bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve li dijî Îranê hatiye ragihandin, ketiye pratîkê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro carekedin di postekê de li ser Truth Social gef li Îranê xwar.

Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkayê 158 keştiyên Hêza deryayî ya Îranê di şerê 40 rojî de, bin av kirine û wiha lê zêde kir:

“Tiştê ku me hedef negirt hejmara hindik a keştîyên wan bû, ku ew jê re dibêjin "keştîyên êrîşa bilez", ji ber ku me ew wekî gefeke mezin nedidîtin”.

Her wiha Turmp da zanîn ku eger keştîyên Îranê yên mayî jî hawil bidin ku dorpêçê bişikînin, ew ê werin wêrankirin.

Li gorî Serokê Amerîkayê, ev yek jî wê bi rêya bi karanîna heman taktîkên tunekirinê yên ku wan li dijî bazirganên madeyên hişber ên ku li ser qeyiqên ku li deryayê ne bikar aniye, pêk were.

Rêxistina navneteweyî ya deryavaniyê: Mafê ti welatekî tune ku Tengavê bigire

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê (IMO) Arsenio Dominguez jî, tekez kir ku li gorî qanûna navneteweyî, mafê ti welatekî tune ye ku Tengava Hurmizê li ber trafîka deryayî bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye