Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê derbarê rewşa li Îranê de daxuyaniyek da.
"Rêya 3’yemîn li Îranê pêkan e"
DEM Partî tekez kir ku ew rewşa şer ji nêz ve dişopînin û têkildarî bandora encamên van êrîşan a li ser herêmê, hemû alî hişyar kirin.
Di daxuyaniyê de, DEM Partî diyar kir ku ew difikirin ku li Îranê rêya 3’yemîn pêkan e û ev nêzîkatiya herî exlaqî ye.
DEM Partî destnîşan kir ku hemû civakên li Îranê, wê ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî û jiyana hevpar sûd wergirin.
DEM Partî: Gelên Îranê wê modeleke ku bikare wan bi rê ve bibe, ava bikin
Di heman demê de, DEM Partî da zanîn ku gelên Îranê wê modeleke ku bikare wan bi rê ve bibe, ava bikin
DEM Partî got ku ew piştgiriyê didin hewldanên gelên Îranê ya ji bo demokrasî û aştiya civakî.
Di daxuyaniyê de, pakrewanên wek Jîna Emînî, Mucahid Kurkurlar, Dr. Qasimlo, Ramin Huseyîn Penahiler ku ji aliyê Rejîma Molla ya Îranê ve hatine kuştin, hatin bibîrxistin.
"Rejîma Îranê wê bi îradeya hevpar a gelan were guhertin"
DEM Partî da xuyakirin ku ew hîn jî difikirin ku rejîma heyî ya li Îranê wê ne bi dîzaynên ji derve, wê bi îradeya hevpar a gelan were guhertin.
Di dawiya daxuyaniyê de, DEM Partî bang li hemû aliyan kir ku daxwazên gelên Îranê yên ji bo demokrasî û azadiyê cidî bigirin.
Di heman demê de, banga rewestina êrîşan û vegera diyalog û mûzakereyê kir.