Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêngava “Niha dema jinê ye” ragihand.
Her wiha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna projeya civaka demokratîk weke çarçoveya esasî ya têkoşînê destnîşan kir.
Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:
"Em bi berpirsyariyeke mezin a civakî û dîrokî xwedî li daxuyaniya Rêberê Apo derkevin.
Em soz didin ku wezîfeya hêza pêşeng a ku Rêber Apo daye me jinan em ê bi layiqî bi cih bînin.
Di dîroka me ya têkoşîna dijwar a 52 salan de li ser bingeha pirsgirêkên azadiya jinê û çareseriya wê weke tevgera jinê me bi hemle û kampanyayan qonaxên têkoşîna girîng ji bo civakîbûna bi hişmendiya azadiyê pêş xist.
KJK’ê: Em ruhê hemleya 'Niha dema jinê ye' bigihînin bihara newrozê
Em bi wesîleya ‘8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’ hemleya bi dirûşma ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve Dimeşin’ bi dawî dikin û îro jî radigihînin ku me ji bo azadiya gelan û jinan bigihije statuyeke mayînde hemleyeke stratejîk daye destpêkirin.
Hemleya me ya ku em ê bi dirûşma ‘NIHA DEMA JINÊ YE!’ didin destpêkirin, li dijî koletiya jinê, bêstatutiyê, bênasnamebûnê, bêqanûniyê, bêhiqûqiyê û her cure tundiya li hemberî jinê tê kirin e.
Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku bi rengekî xurt tevlî hemleyê bibin, xwe rêxistin bikin.
Di heman demê de em bang li hemû sazî û tevgerên jinê yên demokratîk û azadîxwaz dikin ku xwedî li hemleya me derkevin û piştgiriyê bidin."
Komeleya Jinên Kurdistanê di dawiyê de tekez kir ku ew ê ruhê hemleya 'niha dema jinê ye' bigihînin bihara Newrozê.