Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê heye, li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Civîn li saziya Karşi Sanatê ya li navçeya Beyoğlu’yê hate li dar xist.
Însiyatîfê di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku divê bê rawestan pêvajoya aşitîyê bê domandin û di serî de tekûz kirina şert û mercên Abdullah Ocalan û gavên pêwîst yên ji bo pêşveçûna pêvajoyê werin avêtin.
Endama Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê heye Newroz Unverdî ji televîzyona me re li ser pêvajoyê axivî û ev peyam da:
"Heya niha ti gavên şênber ji bo pêş ve birina pêvajoyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nehatine avêtin.
Divê pêvajo bi aştiyeke demokratîk, dadmend û birûmet bê temamkirin."
Însiyatîfa Jinan destnîşan kir ku wan di dema sazkirina komîsyona aştiyê ya di bin sîwana TBMM’ê de, daxwaza xwe ya ji bo tevlîbûna komîsyonê bi par ve kiriye.
Însiyatîfa Jinan: Em ê ji bo aştiyê îsrara xwe berdewam bikin
Her wiha Însiyatîfa Jinan amaje bi girîngiya aşitiyê ya ji bo têkoşîna azadiya jinê kir û wiha anî ziman:
“Têkoşîna me ya li dijî şer, mîlîtarîzm û tundiya dewleta mêrperest gaveke pêşîn a têkoşîna me ye.
Di dawiyê de Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê heye, daxwazên xwe wiha anîn ziman:
"Sûcên ku li dijî jinan hatine kirin, divê werin ronîkirin û eşkerekirin."