Bipêşketina Teknolojiyê ya zêde hem aliyê xwe yê erênî û hem jî yê neyînî heye.
Her wiha pêşbaziya bazirganîyê di navbera welat û şîrketan de, ji xetereyên hebûnî yên ku teknolojî dikare biafirîne girantir e.
AI di sala bê de dikare di vedîtinên zanistî de xelata Nobelê bi dest bixe
Hev-damezrînerê şîrketa AI Anthropic Jack Clark, da zanîn ku sîstemên AI dikarin di sala bê de li kêleka mirovan vedîtinên zanistî yên asta Xelata Nobelê bi dest bixin.
Jack Clark di çalakiyekê de li Zanîngeha Oxfordê pêşketinên di warê zekaya sûnî de wekî "hesta pêşketinê ya sergêj" bi nav kir.
Clark pêşniyar kir ku di nav du salên bê de, robotên mirovî wê di karên zeviyê de alîkariya mirovan bikin.
Şîrketên ku tenê ji hêla zekaya sûnî ve têne rêvebirin dikarin di nav 18 mehan de bi mîlyonan dolar dahat bên çêkirin.
Clark diyar kir ku modela Anthropic a bi navê "Mythos" ku vê dawiyê hatiye weşandin di bikaranîna kêmasiyên ewlehiya sîber de "bi awayekî tirsnak" serketî ye.
Rêveberê Anthropic da xuya kirin ku teknoloji hîn jî gefên cidî li ser mirovahiyê çêdike.
Jack Clark got: " Gomana dîtina senaryoyên kuştina kesan li ser gerstêrkê ji vê teknolojiyê sifir nebe jî lê mimkun in."
Anthropic daxwaza rêziknameyên hişktir li ser ewlehiya AI dike
Şîrket Anthropic banga rêziknameyên hişktir li ser ewlehiya AI dike.
Şîrket ji hêla rêveberiya Donald Trump û hin derdorên teknolojiyê ve bi "belavkirina tirsê" tê tawanbarkirin.
Lêbelê, Clark got ku gelek kes asta pêşketina di AI de înkar dikin.
Clark diyar kir ku divê mirovahî ji bo teknolojiyek ku "di demeke nêzîk de ji me hemûyan jêhatîtir bibe" amade bibe.