Îro roja yekem ji cejna Cemayê ye bi coşeke mezin tê pîrozkirin

Îro 6'ê cotmehê, roja yekem a Cejna Cemayê ya Êzîdiyane. Ev cejna pîroz ku wekî "Cejna Civînê" an jî "Cejna Payîzê" tê naskirin, her sal li Perestgeha pîroz a Lalişê ji bo 7 rojan bi kelecaneke mezin tê pîroz kirin. Ev cejn rasterast bi berhemdariya axê, çandiniyê, spasiya ji bo xêr û bêrên xwezayê, û xurtkirina yekîtî û nasnameya olî ve girêdayî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Cejna Cemayê ya. Cejna Cemayê cejneke Êzîdiyan e,  tê wateya "Cejna Civînê".

Ev cejin her sal di 6'ê cotmehê heta 13'ê cotmehê tê pîroz kirin.

Cejna Cemayê yek ji kevintirîn û pîroztirîn cejnên Êzidiyan e.

Ev cejn her sal li Perestgeha Lalişê 7 rojan tê pîrozkirin.

Ew weke cejna xêr û bêra payîzê tê nasîn, xwedî rê û resmên taybet ên olî û çandî ye.

Êzîdî ji bo rê û resman, nasnameya olî û hevgirtina civakî xurt bikin li hev dicivin.

Di vê cejnê de xelkê Êzîdî diçin Perestgeha Lalişê, şuştina dest û çavan bi ava "Kaniya Spî", vêxistina çirayan û pîrozkirina firişteyan ji sembolên sereke yên cejnê ne, dikin.

Cejna Cemayê ku di heman demê de weke "Cejna Pâyîzê" jî tê naskirin.

Rasterast bi berhemdariya axê, çandiniyê û supasguzariya ji bo xêr û bêrên xwezayê ve girêdayî ye.

Di nav van 7 rojan de, bawermendên Êzidî ji herêmên cuda berê xwe didin Perestgeha Lalişê, li wir beşdarî govenda olî dibin û beyt û qewlan dixwînin.

Bername û rê û resmên 7 rojên Cejna Cemaayê jî wiha derbas dibe.

Roja yekem, Mîrê Êzdiyan tevlî Babeşêx û Civata Ruhanî dibe.

Di vê rojê de rê û resmên "Beyta Êvarê" û "Sema" pêşkêş dibin.

Rojên sêyem û çarêm, Rojên asayî ne ji bo pêkanîna tewaf, daxwaz û rê û resmên olî.

7 law û 7 keçik bi cil û bergên spî tên xemilandin ku sembola 7 feriştehên didin nîşandan.

Roja heftem û dawî jî textekî pîroz di nav aveke taybet de tê dayin û paşê li cihê wî yê diyarkirî li Lalişê tê bi cih kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev Cejna Cemayê di ola Êzidiyan de weke sembola yekîtî û hevgirtinê tê nasîn û tê pîroz kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye