Berdevkê Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd di derbarê şewatê de daxuyanîyek çapamenîye da.
Şaxewan Seîd da zanîn ku dema benzîn dihat valakirin, şewat derketiye, lê wan 11 tîm şandin û ew agir di 34 deqeyan de hat vemirandin.
Her wiha Berdevkê Parastina Şaristanî ragihand ku ji ber şewatê 2 karmendên Rêveberiya Parastina Şaristanî birîndar bûne û agir bi gelek wesayîtan ketiye.
Hate diyarkirin ku ji ber wasayîtên heyî li gorî pîvanan tev negerîyane, ev yek bûye sedema şewatê.