Li gorî nûçeya Marta Somek a rojnameya Sabro tenê Dêra Mor Hûrmuz li herêma Turabdîn a Mêrdînê çalak e û rastî êrîşê hat.
Êrîşkarê nenas bi zimanê Erebî heqaret li baweriya Keldanî û sembolên dînî yên dêrê kir.
Weqfa Keldanî girêdayî bûyerê daxuyaniyek da û got: “Dêra me ji bo serdanan bi roj giştî vekiriye û hemû kesên dixwazin tên û digerin.”
Rayedarên Weqfê diyar kirin ku êrîş di kijan demê de pêk hatiye em nizanin parêzvanên Dêrê ji derve bûn lewma êrîş ferq ne kiriye.
Herî dawiyê Weqfê da zanîn ku ji bo êrîşkar were girtin û êrîş bi dawî bibin me serlêdana gilî kir.