Rêveberiya Xweser rojbûna HZ. Mihemed pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya rojbûna HZ. Mihemed peyamek weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiyê ev roj li tevahî misilmanên li Sûriyê, cîhanê, bi taybetî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û ev peyam da:

"Ev roj bîranînek ji bo nirxên dilovanî, evîn, û jiyana hevbeş e ku di peyama HZ Mihemed de hatine destnîşankirin.

Em vê rojê wekî çavkaniya îlhamê ji bo projeya xwe ya li ser bingeha xweşik û biratiya di navbera gelan û hevgirtina mirovan de dibînin."

Rêveberiya Xweser peyama xwe wiha bidawî kir:

“Em soz didin gelê xwe xebata xwe ji bo avakirina civakek demokratîk bidomînin.

Her sal di nav xêr û xweşiyê de bin.

Ev roj ji her kesî re bibe wesîleya ewlehî, aştî û hezkirinê."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24