Li gundê Belîn ê Hemayê nêzî 5 hezar kes rû bi rû bi krîza avê jiyana xwe bi zehmatî derbas dikin.
Ji bo çareseriya krîzê tenê soz tên dayîn û berpirs ti plansaziyên piratîkî pêknaynin.
Derbarê vê de mînaka herî berbiçav tora ava vexwarinê ya li gunde ku ji sala 1958'an ve ye û êdî pêdiviyan pêk nayîne.
Her wiha li gund tenê 2 bîrên avê hene lê ji ber sîstema belavkirina avê ya lewaz pir kêm dixebite û têra şêniyan jî nake.
Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê şêniyan zeviyek bi rûbera 2 doniman ji bo pêkanîna projeya enerjiya tavê amade kirin.
Bi vê yekê welatî ji hikûmeta veguhêz re hewl didin ku desteka madî dan, îca wê sedemên paşguhkirinê çibin?