Çarenûsa koçberên Başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ye

Çarenûsa 137 koçberên Başûrê Kurdistanê li Lîbyayê ku dixwestin di ser Deryaya Navîn re xwe bigihînin Îtalyayê, di metirsiyê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnerê penaberên vegeriyayî yên Ewropayê Pêşrew Ebdullah ragihand ku piraniya van koçberan xelkên sînorê Îdareya Raperîn li parêzgeha Silêmaniyê ne.

Her wiha da zanîn ku hejmarek qaçaxçî, lîstikê bi çarenûsa ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin.

Pêşrew Ebdullah diyar kir, ku qaçaxçî ciwanan dibin Lîbyayê da ku wan bigihînin welatên Ewropayê, lê li Lîbyayê ji ber rê û bendên çekdar, rûbirûyî metirsiyên pir mezin dibin.

Ebdullah destnîşan kir ku rêya Deryaya Navîn wekî yek ji xetertirîn rêyên gihîştina welatên Ewropayê tê hesibandin.

Pêşrew Ebdullah eşkere kir ku ji meha Adara îsal ve, çarenûsa 6 koçberên Kurd ên xelkên Îdareya Raperînê nediyar e û guman tên kirin ku di dema derbasbûna sînor di ser Deryaya Navîn re winda bûbin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye