Di du rojan de dewleta Îranê 6 kes bi dar ve kirin

Bidarvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Di 2 rojan de dewleta Îranê 6 kes bi tawanên cuda bi dar ve kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê diyar kir ku roja sêşemê, cezayê bidarvekirinê yê du girtiyên Kurd ên ji Kirmaşanê bi navên Mihyedîn Ebdulahî û Husên Palanî Caf, li Zindana Navendî ya Kirmaşanê hate bicihanîn.

Her du girtî di sala 2017an de ji aliyê hêzên îstîxbaratê yên Supaya Pasdarên Îranê ve hatibûn girtin û li zindanên Recayî Şehir û Qezilhisarê yên li Kerecê girtî bûn.

Dadweriyê bi tawana serhildanê her du kes bidarvekirinê ceza kiribû.

Der barê pêvajoya darizandinê yan jî hûrgiliyên din ên doza her du girtiyan de ti agahiyên berfireh tune ne.

Heman rêxistinê eşkere kir ku sibeha roja yekşemê, cezayê bidarvekirinê yê du girtiyên Kurd ên bi navên Mihemed Îmanî û Esed Elîcanî hat bicihanîn.

Mihemed Îmanî 27 salî ye û Esed Elîcanî 33 salî ye û her du girtî ji bajarê Şîrwanê yê ser bi parêzgeha Xorasana Bakurî ve ne.

Li gorî çavkaniyan, Mihemed Îmanî di sala 2023yan de û Esed Elîcanî di sala 2022yan de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine girtin.

Paşê ji aliyê dadgeheke cezayî ya parêzgeha Xorasana Bakurî ve, cezayê bidarvekirinê li wan hat birîn.

Ji aliyekî din ve, Hingawê eşkere kir ku sibeha roja duşemê, du girtiyên bi navên Ebdulriza Heyderî û Mihdî Letîfî li Zindana Navendî ya Tebrîzê hatin bidarvekirin.

Ebdulriza Heyderî 59 salî ye, bavê du zarokan e û ji bajarê Bender Ebasê ye.

Mihdî Letîfî 27 salî ye û ji bajarê Tebrîzê ye, beriya pênc salan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin û piştre cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye