Zanîngeha Rojava û Kobanê bangeke lezgîn kirin

Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê bangeke lezgîn li civaka akademîk a navneteweyî kirin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku Pêvajoya entegrasyonê ya bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê re bi awayekî yekalî û bi zorê tê meşandin. Zanîngehan eşkere kirin ku xweseriya saziyên me, perwerdehiya bi zimanê Kurdî û paşeroja gelek fakulteyan di bin metirsiyeke mezin de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komiteyên akademîk ên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Koban bi daxuyaniyekê bangeke lezgîn li Civaka Akademîk a Navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê de destnîşan kirin pêvajoya entgrasyona bi wezareta xwendina bilind ya Sûriy re niha bi awayekî yekalî û bi zorê tê meşandin û got:

Em, civakên akademîk ên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê, bang li zanîngeh, saziyên xwendina bilind, komeleyên akademîk, lêkoler, perwerdekar û xwendekarên li çar aliyên cîhanê dikin da ku di vê rewşa lezgîn de pişta wan bigirin.

Zanîngehên me niha ketine nav pêvajoyeke întegrasyona bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê re. 

"Xweserî û perwerdehiya Kurdî di bin tehlûkeyê de ne"

Em dixwazin mafê xwendekaran hebe ku li Sûriyê xwendina xwe ya bilind bidomînin.

Lê belê, pêvajoya niha ya întegrasyonê bi awayekî yekalî tê meşandin, xweseriya zanîngehên me û beşdariya akademîsyenên me di biryarên di biwara paşeroja zanîngehên me de tê paşguhkirin.

Di vê pêvajoyê de, li ser gelek fakulte û beşan metirsiya nemanê heye û bikaranîna Kurdî weke zimanê perwerdehiyê jî di bin tehlûkeyê de ye.

Metirsî heye ku zanîngehên me nav, nasname û xweseriya xwe ya sazûmanî ji dest bidin. 

"Pişta zanîngeha Rojava û zanîngeha Kobanê bigrin"

Her du zanîngehan eşkere kirin ku ew pêvajoya entegrasyonê ya yekalî û bi zorê qebûl nakin û ji saziyên akademîk û hevpîşeyên xwe ev daxwaz kir:

Daxuyaniyên giştî yên piştgiriya bi zanîngehên me re biweşînin.

Bang li Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê bikin da ku bi zanîngehên me re diyalog û danûstandineke watedar bike.

Emailan bişînin û fikarên xwe di biwara pêvajoya întegrasyonê de diyar bikin.

Bi zanîngehên me re hevkariya akademîk bi pêş bixin û nûnerên me vexwînin ji bo ku beşdarî forumên akademîk ên navneteweyî bibin.

Di dauya daxuyaniyê de hat xwestin ku pişta Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê bê girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye