Lezgin

Dûran Kalkan: An Tirkiye wê teslîmî hegemonya Îsraîlê bibe an jî wê şer bike

Dûran Kalkan li ser şerê Îsraîl û Îranê da diyar kirin ku dibe ku Îran bibe çavkaniya parçebûneke nû, çavkaniya şerekî li her deverê.

reset font size increase font size

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di derbarê şerê Îsraîl û Îranê de hin nirxandinan kir û wiha got: “Wê Tirkiye teslîmî hegemoya Îsraîlê bibe yan jî wê li hemberî wê şer bike.”

‘Îran bibe çavkaniya parçebûneke nû’

Dûran Kalkan li ser şerê Îsraîl û Îranê da diyar kirin ku dibe ku Îran bibe çavkaniya parçebûneke nû, çavkaniya şerekî li her deverê. Kalkan, bi dewamî got ku Îran çekên heyî û çekên komî ser hev kiriye bi kar tîne, diceribîne û ji bo yên nû çêbike derfetên nû diafrîne.

‘Li pişt Îsraîlê DYE, NATO û Îngîlîstan heye’

Kalkan destnîşan kir ku sîstema modernîteya kapîtalîst a navneteweyî Îsraîlê weke hêza lêdanê bi kar tîne. Kalkan balkêşan ser ku Îsraîl bi tena serê xwe nîne, li pişt Îsraîlê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), NATO û Îngîlîstan heye û wiha axifî: “DYE, Îngîlîstan û Îsraîl bi hev re sîstemê bi rê ve dibin. Lê belê Elmanya, Fransa û hemû Ewropa jî li pişt vê ne. Ji xwe piştgiriya xwe eşkere kirin.”

‘Wê dor bê Tirkiyeyê’

Her wiha Kalkan da zanîn ku Tirkiye tê dorpêçkirin û got: “Dor hatibû Îran û Tirkiyeyê, lê niha Îran kirin hedef. Piştre wê dor bê Tirkiyeyê. Êrîşa li hemberî Îranê bêguman bi vî rengî êrîşa li hemberî Tirkiyeyê ye.”

Rêya rizgariyê pêşniyara Rêber APO ye

Dûran Kalkan wiha bi lêv kir ku Tirkiyeyê pêşketineke cuda pêk anî, xwe spart hebûna yekîtiya Sowyetan, bi hêzên din re têkoşiya û bi wan re li hev kir û got: “Niha ti sedem nemaye ku ew peyman dewam bike. Lewma sekna heyî ya Tirkiyê wê qebûl nekin. Wê hîn bêhtir zextê lê bikin, bixin bin mêtingeriya xwe.”

Kalkan anî ziman ku wê Tirkiye teslîmî hegemonya Îsraîlê bibe yan jî wê li hemberî wê şer bike. Rêyeke sêyemîn nîne. Eger ev herdu rê neyên xwestin, hingî yekane rêya Tirkiyeyê demokratîkbûn e, li ser bingeha azadiya Kurdan e. Ji ber vê yekê çareseriyên ku Rêber APO pêşinyar kirin yekser rêya rizgariyê ye.

Malva Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24