Piştî daxuyaniya serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan ku di axaftineke xwe de Îsraîl weke dewleteke faşîst nîşan kiribû û gotibû: “Netanyahu jî, bi kiryarên xwe yê kuştin û fermanên xwe re êdî Hitler derbas kiriye.” Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bersiva Erdogan li ser hesabê xwe yê X`ê da.
Gideon Saar di parvekirina xwe de wiha got: “Erdoganê ku xwe wek sultan dibîne, dîsa di axaftineke xwe ya erîşkar de, dijberiya xwe ya li hember Îsraîlê dide domandin. Wek serokek ku di tepisandina maf û azadiya gelê xwe de, dîsa di çewisandina opozîsyona welatê xwe de rekort şikandiye, curete dike ku dersê ehlakê bide hinekên din.”
Saar bal kişand ser dagirkeriya Tirkiyê ya li ser welatên din û got: “Yê ku hewesên xwe yên emperyalîst venaşêre; keseke ku Bakûrê Sûriyê dagir kiriye û derveyî hiqûqa navneteweyî Bakûrê Qibrisê di destê xwe digre, îroniyeke mezine ku li ser navê hiqûq û exlaqê biaxive. Tenê qetreyek têgihiştina cewherî xirab nabe.”
Aya Ehmo