Duh Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedr di derbarê şerê Îsraîl û Îranê de peyamek da. Sedir di peyama xwe de êrîşên Îsraîl ên li ser Îranê şermezar kir û bang li alîgirên xwe kir ku piştî nimêja înê dest bi xwepêşandanan bikin.
Ji bo şermezar kirinê her kes rabe xwepêşandana
Ev xwepêşandan li ser bingeha motîfên olî, îdeolojîk, mirovî û şermezarkirina êrîşên ku li ser welatên Ereb û Îslamî wek êrîşên Îran, Sûriye, Fîlîstîn, Lubnan û Yemenê were li dar xistin.
Her wiha Sedr anî ziman ku ew binpêkirinên qada hewayî ya Iraqê di qada navnetewî de qedexe ye ku zererê dide gel û cihên pîroz yên wan û ew jî şermezar kir.
‘Ji bo rawestandina vî şerî her kes di warê xwe de hewldan bike’
Îro jî ofîsa ragihandinê ya Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Elî Sîstanî bi tundî êrîşa leşkerî ya li dijî komara Îslamî ya Îranê û her gefek li dijî serokê olî û siyasî yê payebilind Elî Xamaneyî şermezar kir.
Sîstanî got ku ev şer nirxên olî, exlaqî û qanûna navneteweyî binpê dike. Sîstanî da diyar kirin ku heke ev şer berdewam bike wê xirabî bigihêje tevahî herêmên derdor, êşa gel zêde bike û zirarê bide berjewendiyên hemûyan.
Di dawiya daxuyaniyê de Elî Sîstanî bang li civaka navneteweyî bi taybetî jî welatên Îslamî kir ku ji bo rawestandina vî şerî her kes di warê xwe de hewldanan bikin.
Sîval Revê