Hevgirtina Taksîmê banga berdana girtiyên dosa Geziyê kir

Beriya salvegera 13`emîn a xwepêşandanên Parka Gezî, Hevgirtina Taksîmê daxuyaniyek weşand, tê de daxwaza serbestberdana kesên ku di doza Geziyê de hatibûn girtin, kir. Her wiha di daxuyaniyê de biryara `betalkirina mutleq` a li dijî CHP`ê, wekî darbeyekê li dijî demokrasiyê hat binavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevgirtina Taksîmê, berya salvegera berxwedana Parka Geziyê li Şaxa Bajarê Stenbolê ya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyê ya li navçeya Beyogluyê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Gelek nûnerên partî û saziyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Sekreterê Lijneya Koordînasyona Parêzgeha Stenbolê Aydan Adanır Usta, ku li ser navê Hevgirtina Taksîmê daxuyaniya çapemeniyê da, wiha got:

“Berxwedana Parka Gezî, tevgera gelêrî ya herî mezin, girseyî û afirîner a dîroka welêt bû. 13 sal derbas bûn.

Gezî dengê bi milyonan kesan e, ku ji bo pêşeroja vî welatî rabûn ser piyan û ji bo maf û pêşeroja xwe şer kirin. Em vê neheqiyê qebûl nakin.

Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME'yê yên der barê hevalên me de tavilê werin bicîhanîn. Divê hevalên me werin berdan."

"Biryara 'betalkirina mutleq' a li ser CHP'ê derbeyek e"

Sekreterê Lijneya Koordînasyona Parêzgeha Stenbolê behsa zextên li ser CHPê û biryara "bêmafiya mutleq" a dawî kir û tekez kir ku tiştê ku qewimiye, derbeyek ji demokrasiyê re ye.

Ustan di dawî de bang li her kesî kir ku di salvegera 13emîn a berxwedana Parka Geziyê de werin Taksîmê.

"Li dijî tarîtiya ku welatê me tê de tê kaşkirin, Gezî hîn jî wekî stêrka rêberiya me radiweste.

Bi vê hêviya ku me ji Berxwedana Geziyê wergirt, em ê roja Yekşemê, 31ê Gulana 2026an, di salvegera 13emîn a Geziyê de li Taksîmê bin.

Em ji bo wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê banga yekîtiyê dikin."

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye