Lionel Messi bi awayekî mezin xatir ji Arjantînê xwest

Lionel Messi di maça li dijî Beninê de ji Tîma Neteweyî ya Arjantînê xatir xwest. Lîstikvanê stêrk maç bi 1 gol û 2 asîstan bi dawî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Arjantînê di maça xatirxwestinê ya Lionel Messi de mazûvaniya Benin kir.

Maç, ku li buyines aris Buenos Airesê hate lîstin, bi serkeftina 3-0 ji bo tîma malê bi dawî bû.

Messi ji bo golên Otamendi di deqeya 48`an de û Paz di deqeya 61`an de asîst kir.

Lîstikvanê stêrk di deqeya 71`an de ji penaltiyê gol avêt û kariyera xwe ya bi navûdeng a tîma neteweyî bi dawî anî.

Piştî maçê, Messi mîkrofon girt û got.

''Hestên min pir tevlihev in Yekem kesê ku tê bîra min bavê min e.

Yekane tiştê ku ez dikarim bikim ev e ku ez spasiya wî bikim.

Ji bo min şerefek mezin bû ku ez vê formê zêdetirî 20 salan li xwe dikim.

Min qet dev ji têkoşîn û kirina çêtirîn lîstika xwe berneda.

Ez dixwazim heta dawiya temenê xwe werim vir ji ber ku lîstina ji bo Tîma Neteweyî ya Arjantînê tiştê herî başe.''

Messî di sala 2022'yan de bi Arjantînê re Kûpaya Cîhanê qezenc kir

Messi, ku bi salan ji ber neqezenckirina kûpayek di asta tîma neteweyî de rexne lê dihat kirin, di qonaxên paşîn ên kariyera xwe de şampiyoniyan bi dest xistiye.

Lîstikvanê xwedî ezmûn, ku di sala 2022'an de bi Arjantînê re Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê li Qeterê qezenc kir, di salên 2021 û 2024an de Copa America û di sala 2022`an de Finalissima jî qezenc kir.

Messi xwediyê sernavên herî zêde beşdarbûna tîma Neteweyî 208 maçan û 126 gol ji bo Arjantînê avêt.

Messi kariyera xwe ya klûbê bi Inter Miami re di Lîga Futbolê ya Amerîkî MLS de didomîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye