Li Real Madridê rewşeke tevlihev li benda Arnold e

Trent Alexander-Arnold piştî selakê li Real Madrid bi rewşeke tevlihev re rûbirû ye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Trent Alexander Arnold, piştî ku bi salan li Liverpoolê derbas kir, di hezîrana borî de ji Liverpoolê derbasî Real Madrid bû û rexne ji alîgirên kuluba xwe ya berê girt.

Hat ragihandin ku Real Madrid ji bo veguhastina lîstikvanê çepê yê Inter Milan Denzel Dumfries gihîştiye peymanekê, da ku di dema transfera havînê de tîma xwe xurt bike.

Li gorî Liverpool, tê payîn ku Arnold ji bo pozîsyona xwe bi pêşbaziyeke zahmet re rûbirû bimîne.

Dumfries derbasî Real Madrid bû, da ku di sezona nû de cihê xwe di 11'ê destpêkê de misoger bike.

Ev tevger, piştî ku Real Madrid bi fermî piştrast kir ku lîstikvan Dani Carvajal wê ji tîmê veqete.

Enrique Riquelme ji bo serokatiya Real Madridê bû namzet

Li gorî nûçeyên The Athletic, bi hatina Dumfries û Ibrahima Konate re, her wiha pirsgirêka vegera Jose Mourinho, hemû girêdayî serkeftina Florentino Perez,di hilbijartina serokatiya klûbê de ye.

Ger surprîzek çêbibe û namzetê hevrik Enrique Riquelme serokatiya Real Madrid qezenc bike, ev peyman wê di xeteriyê de bin.

Arnold, piştî ku di sezona xwe ya yekem de bi Carvajal re pêşbazî kir, karîbû cihê xwe di 11'ê destpêkê de misoger bike.

Lê belê, ji ber birîndarbûna xwe wî tenê di 30 maçan de lîst.

Ji ber vê sedemê Real Madrid dixwaze lîstikvanekî li şûna wî bibîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye