Paris Saint-Germain di maça duyemîn de li hemberî taximê Bayern Munichê li Stadyûma Bayern Munichê hatin beramberî hev, maç 1-1 bi dawî bû.
Taximê Parisê derket fînala Lîga Şampiyonan.
Maça yekem li Stadyûma Paris Saint-Germainê ya li paytexta Fransayê, Parîsê, bi navê taximê Luis Enriqueyê maç (5-4) bi dawî bû.
Her du maçên ku di navbera her du taximan de hatin lîstin, Parîsê 6-5 taximê Bavyerayê têk bir û derbasî fînalê bû.
Ousmane Dembele di deqeya 3'yemîn de golek anî.
Lîstikvanê Îngilistanê, Harry Kane di kêliyên dawîn ên maçê de (90+4) gol anî û encama maçê kir wekhev.
Paris Saint-Germain di 30'yê Gulanê de li paytexta Macaristanê, Budapeşteyê, di fînala Lîga Şampiyonan de, ew û taximê Arsenalê dê werin pêşberî hev.
Taximê Paris Saint-Germain dixwaze duyemîn lîga şampiyonan bi dest bixe
Taximê Fransayê armanc dike ku di fînala sêyemîn a tûrnûvaya Şampiyoniya xwe ya duyemîn de, Lîga Şampiyonan bi dest bixe.
Paris Saint-Germain di sezona borî de bi goleke paqij, taximê Îtalyayê yê Înterê, têk biribû.
Di sezona 2019-2020an de gihîştibû fînala xwe ya yekem a Lîga Şampiyonan, lê bi golekê li hemberî Bayern Munichê têk çû.
Rahênerê Spanî Luis Enrique, pir nêzîk bû ku şampiyoniya Ligue 1 a Fransayê bi dest bixe.
Enrique, armanc dike ku Şampiyoniya xwe ya parzemînî biparêze û performansên xwe yên bi bandor di Lîga Şampiyonan de berdewam dike.