Beşiktaş di Lîga Super a Trendyolê de taximê Gençlerbirligi 0-2 têk bir û lîstika xwe ya baş a li taximê mêvan domand.
Maça Beşiktaş û Gençlerbirligi li Stadyûma Eryaman hate lîstin.
Di nîva yekem a maçê her du taxima gol ne anî, taximê Geçlerbirlîgî di deqeya 18'emîn de Sekou Koita karta sor xwar.
Beşiktaş di nîva duyemîn de zexta xwe zêde kir û bi golên Junior Olaitan,di deqeya 56'emîn de û Orkun Kokçû di deqeya 67'emîn de gola duyemîn anî û Geçlerbirlîgî 0-2 têk bir.
Beşiktaş bi vê encamê puanên xwe derxist 49'an.
Beşiktaş di 13'e maçan de 24 pûan bi dest xistin
Taximê reş û spî di maça xwe ya 3'yemîn a li pey hev de bi ser ket.
Beşiktaş ku nêzî 6 meh in di Lîgê de maçek li derveyî malê têk neçûye û rêza xwe ya baş li deplasmanê dirêj kir.
Taximê Sergen Yalçin di 11 maçên xwe yên dawî yên li derveyî lîgê de 25 pûan bi 7 serkeftin û 4 wekhevî berhev kir.
Beşiktaş di 13'e maçan ku derket pêşberî alîgirên xwe de 24 pûan bi dest xist.