Maçên hefteya dawîn ên Lîga Federasyona Footbal ên Tirkiyê dê sibe werin diyarkirin.
Amedspor yek ji namzetên herî bihêz ên Lîga mezin e, û sibe ew û Îdirspor dê werin beramberî hev.
Ev pêşbirka mezin dê di saet 16:00an de li Stadyûma Bajarê Îdirê dest pê bike, û wê di TRT Kurdî de zindî bê weşandin.
Ne tenê li Tirkiyê, lê li deverên cuda yên cîhanê jî bo maça Amedê amadekarî hatine kirin.
Ji bo maça Amedsporê amadekarî hatine kirin
Li gelek bajaran, bi taybetî li Amedê, li qadan ekranên mezin tên danîn, da ku alîgir bikaribin bi hev re maçê temaşe bikin.
Ji bo alîgirên ku li Ewropa û Amerîkayê dijîn jî, xalên taybet hatine diyarkirin.
Kafê li seranserê Almanyayê û li bajarê Chicago yê Amerîkayê hatine dayîn.
Temaşevanên Amedsporê amadekariyan dikin da ku bibin şahidê rêwîtiya Lîga Super a Amedsporê.
Ji bo ku maça Amedê li 5 bajarên Almanyayê bê temaşekirin
Cihên ku maça Amedsporê zindî tê temaşe kirin:
Almanya
Berlîn: Cafe Berlin : 14:30
Dortmund: Kafeya Dêrsimê : 14:00 (civîn) 15:00 (maç)
Nuremberg: Odeum Bar Lounge Sport :14:30
Bremen: Champion Cafe & Bar :14:00 (civîn) 15:00 (maç)
Plochingen (Stuttgart): Neckarstraße 24 :14:30
Amerîka
Chicago: 4217 N Milwaukee Ave, IL :08:00 AM