Duh maça fînala nehemîn Kûpaya Lîgê ya Îngîlîzî Manchester City û Arsenal li Stadyuma Webley hate lîstin.
Lîstikvanê çepê Nico Aurelio bû stêrkê maçê û her du golên Manchester City tenê di çar deqeyan de tomar kir.
Aurelio di deqeya 60'emîn de gol vekir û di deqeya 64'emîn de gola duyemîn avêt.
Arsenal nikaribû di maça mayî de vegere lîstikê û nikaribû careke din şampiyoniyê qezenc bike.
Taximê Arsenalê herî dawî di sezonên 1986/1987 û 1992/1993 de bi dest xistibû.
Taxima Londonê xeyal dike ku di sezona heyî de serkeftineke çaralî ya dîrokî (Lîga Îngilîzî, Lîga Şampiyonan, Kûpaya FA, Kûpaya Lîgayê) bi dest bixe.
Arsenal di fînala Kûpaya Lîgê de cara heftemîn têk diçe
Ev têkçûna heftemîn a Arsenal di fînala Kûpaya Lîgê de û têkçûna çaremîn a li pey hev bû.
Ji aliyê din ve, ev serkeftin rexneyên li ser rahênerê Manchester City, Josep Guardiola yê Spanî sivik dike.
Ji ber ku taximê wî di tura 16'ê dawîn a Lîga Şampiyonan de ji hêla Real Madrid ve hate derxistin û, 9 pûan li paş Arsenalê buç
Di vê sezonê de ji qezenckirina Lîga Premier a Îngilîzî pir zahmete ji bo wê qezenckirina vê kupayê rexneyên li ser Guardiola sivik kir.