Di peywendiyê de hinartina petrola Herêma Başûrê Kurdistanê wekî gava kêmkirina kirîza darayî ya Îraq û Herêmê hate gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî û Mike Waltz rewşa herî dawî ya, Îraq, Rojhilata Navîn û Başûrê Kurdistanê nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya peywendiyê bandora kirîza aborî ya li ser Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê bû.
Di vê çarçoveyê de hat teqezkirin ku hinartina petrolê ya bi rêya boriya Başûrê Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê, kirîza darayî dê were sivikkirin.
Mesrûr Barzanî û Mike Waltz tekezî li ser giringiya xurtkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Başûrê Kurdistanê de kir.