Bi dronan êrîşî kampên li ser sînorê Silêmaniyê hat kirin

Dewleta Îranê bi hijmareke dronan êrîşî Komeleya Zahmetkeshan a li sînorê Silêmaniyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê komîteya navendî ya Komeleya Zahmetkeşan, Amced Penahî, got ku dewleta Îranê îro sibehê êrîşek bi 4 dronan li ser baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Sûrdaşê pêk anî.

Di van êrîşan de, bingeh û baregehên Komeleyê hatin hedefgirtin û mala endamekî Komeleyê jî li nêzî Zirgoezê bi dronê hat hedefgirtin.

Amced Penahî rave kir ku di êrîşê de ti qurbanî çênebûne û ti endamekî polîtburoya Siyasî ya Komeleyê di êrîşê de birîndar nebûye.

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê yê ji meha sibatê ve û heta niha, Îranê zêdetirî 960 caran bi mûşek û dronan êrîşî ser Başûrê Kurdistanê kiriye.

Di encamê de zêdetirî 30 kesî hatine kuştin û nêzîkî 160 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye