Nêçîrvan Barzanî ji bo nîşana Vatîkanê Mesûd Barzanî pîroz kir

Bi peyamekê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo wergirtina nîşana Vatîkanê Serokê PDK`ê Mezûd Barzanî pîroz kirin. Di peyamê de pîrozbahiyê li Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî kirin, ji ber wergirtina nîşana rêzê ya asta bilind a papayê dewletê herî biçûk di cîhanê de Vatîkanê û tekez kirin ku Serok Barzanî berdewamkerê mirovdostiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê PDK`ê  Mezûd Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê dewletê herî biçûk di cîhanê de Vatîkanê wergirtibû.

Li ser daxwaza Kardînalê Kildanan Louis Sako û wekî rêzekê ji bo rola wî ya dîrokî û mirovî "nîşana rêzê ya asta bilind a papayê Vatîkanê" dan Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo wergirtina nîşana bilind a Papayê Vatîkanê bi peyamekê Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de amaje bi giringiya vê nîşanê kir û diyar kir ku dayîna vê nîşana bilind nasîna rola berbiçav a Serokê PDK`ê  ya ji bo parastina mafên pêkhateyan a li Kurdistan û Îraqê ye .

Nêçîrvan di peyamê de wiha got:

"Ev rûmet ji bo Herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye.

Her wiha ev nîşan qadirdayîna ji bo çanda bihevrejiyanê, hevpejirandin û lêborîna civaka Kurdistanê ye."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Başûrê Kurdistanê ji bo parastina pirrengî, maf û azadiyên her kesî, ji bo xurtkirina nirxên aştiyê û rêzgirtina du alî amade ye.

 

Mesrûr Barzanî: Mesûd Barzanî berdewamkerê mirovdostiyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyameke pîrozbahiyê da.

Mesrûr Barzanî Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî weke sembola aşîtiyê bi nav kir û wiha  got:

"Serokê PDK`ê berdewamkerê rêbaza pîroz a Barzan û baweriya rastîn a paqijî û mirovdostiyê ye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser parastina paşeroja Herêma Kurdistanê û wiha lêzêde kir:

Serokê PDK`ê wekî herdem wê navendeke girîng û geş a pêkvejiyana aştiyane be li deverê û cîhanê." 

Spas ji bo rol Serokê PDK`ê Mesûd di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Îraqê de hebû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye