Dewleta Îranê di 8 rojan de 92 kes darve kirin

Dewleta Îranê di nava 8 rojan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 92 kes darve kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 85’emîn de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava 8 rojan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 jê jin, 92 kes hatine darvekirin.

Kampanyayê da zanîn ku ji serê salê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 756 kes hatine darvekirin.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan, çalakvan û azadîxwazin kir ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye