Şandeya Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê bendên hevdîtina Şamê eşkere kirin

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtina Şamê de 4 bendên sereke hatin nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn li Şamê bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri re civiyan.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rûpela xwe ya fermî ya X'ê agahiyên li ser hevdîtina li Şamê ya bi nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re, eşkere kirin.

 

Şande: 4 bendên sereke hatin nîqaşkirin, lê tu belgeyên fermî nehatin îmzekirin

 

Şandeyê diyar kir ku di hevdîtinê de 4 bendên sereke hatin nîqaşkirin, lê tu belgeyên fermî nehatin îmzekirin.

Şandeyê da zanîn ku wan bi devkî pêşniyara entegrasyona QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo avakirina artêşeke rêxistinkirî ji bo tevahî gelê Sûriyeyê, pêşkêş kiriye.

 

Şande: Me li ser pêkanîna agirbesteke giştî li hev kiriye

 

Her wiha şandeyê destnîşan kir ku wan li ser pêkanîna agirbesteke giştî û yekser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê û sererastkirina destûra Sûriyeyê ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike, li hev kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24