"Wê sibe komeke din a dîlgirtiyan werin berdan"

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) diyar kir ku li gor li hevkirina wan û hikûmeta Veguuhêz wê sibê komek dîlgirtiyên QSD`ê were berdan.

HESEKÊ NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) li ser hesabê xwe yê Xˊê belav kir, wiha ye.

"Di çarçoveya gavên koordînakirina hevbeş de li ser avakirina komîteya şopandina dosyayên koçber û dîlgirtiyan lihevkirin, pêk hat.

Li gorî wê, tomar û belgeyên taybet bi dîlgirtiyan bi hikumetê re hatin guherandin û li benda temamkirina tedbîrên dawîn in ku komeke din sibe were berdan.

Ev dîlgirtî şervanên ku di dema vekişandina ji hin nuqteyan de, li gorî lihevkirinên di navbera hikumeta Veguhêz a Sûriyê û QSDˊê de hatin girtin."

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî beriya du rojan ragihandibû ku hejmara giştî ya kesên li gel hikumeta demkî girtî ne 1070 kes in di nav de sivîl hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye