GGC bang li meclîsê kir: Şahidîyê rojnamevanan pêvajoya aştiyê guhdarî bikin

Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC), bang li komîsyona meclîsê kir ku şahidiyên rojnamevanan derbara pêvajoya aştiyê de guhdarî bikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî panela "Rola Çapemenî û Medyayê di Pêvajoyên Aştiyê de" di 11ê cotmehê de li Amed hate lidarxistin, têkildarî encamê daxuyaniyek hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku divê di pêvajoya aştiyê de çapemenî bibe dengê rastiyê.

 

GGC: Divê rojnamevan bi erka xwe ya aştiyane rabin

 

GGC’ê, da xuyakirin ku weke însiyatîfeke sivîl ew ji destpêka pêvajoyê ve hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de dixebite û dibêje:

“Divê rojnamevan ji zimanê tundiyê dûr, bi zimanek aştiyane nûçeyan saz bike.

Divê çapemeniya xwecihî bên xurtkirin, ewlekarî û azadiya rojnamevanan bên parastin. 

Divê li dijî dezenformasyona li ser platformên dijîtal, pîvanên exlaqî  bên diyarkirin.

Divê rojnamevaniya li ser esasê empatî û sererastikirina bîra kolektîf bên destekkirin.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin, “Divê em rojnamevaniyê ne li aliyek, berovajî li gel heqîqet, edalet û mirovahiyê bi cih bikin. Medyayek ku xwedî zimanekî aştiyane be, di heman demê de ew misogeriya civakî ya aştiyê ye jî. Li ser vê bingehê em bang li hemû saziyên medyayê dikin ku bêyî ku ji nirxên exlaqî tawîzê bidin tevkariyê li aştî û lihevhatina civakî bikin.”

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye