WAFA ragihand ku topbaran ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, dema ku wesayîta sivîl kesên bêwar ku hewl didan bigihêjin malên xwe yên li herêmê rastî topbaranê hatine.
Hemasê êrîşa li taxa Zeytûnê ya rojhilatê Xezeyê, şermezar kir û tekez kir ku ev sûc, binpêkirinên berdewam ên agirbestê nîşan didin.
"Ji dema agirbest ketiye meriyetê ve 23 kes hatine kuştin"
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di rapora xwe ya rojane de, diyar kir ku hejmara kuştiyan zêde dibe û ragihand ku ji dema agirbest ketiye meriyetê ve, 23 kes hatine kuştin û 122 kes jî birîndar bûne.