Îranê destûr da ku keştiyên neftê yên Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas bibin

Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihand ku Tehranê, li ser daxwazên dubare yên Bexdayê, destûreke taybet daye çend keştiyên neftê yên Îraqê da ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin. Ev biryar piştî serdana Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf a ji bo Îraqê hat standin.

reset font size increase font size

Ajansa fermî ya Îranê "IRNA" eşkere kir ku dayîna destûra taybet ji bo keştiyên Îraqî, yek ji daxwazên herî sereke yên Bexdayê bû ku di danûstandinên bi Serokê Parlamena Îranê re hatibû nîqaşkirin.

Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Îraqê Elî Ez-Zeydî di daxuyaniyekê de diyar kir ku welatê wî armanc dike ku di nav 6 salan de hilberîna neftê bigihîne 8 heta 10 milyon bermîlan di rojê de. Her wiha wî destnîşan kir ku komîteyeke wezaran şandine Erebistana Siûdî da ku li ser zêdekirina pişka Îraqê di nav rêxistina OPEC'ê de gotûbêjan bikin.

Zeydî anî ziman ku ji bo hinartina nefta Îraqê ji rêyên alternatîf ên wekî Baniyasa Sûriyeyê û Eqebeya Urdunê jî xebat berdewam dikin, daku Bexda ji bo hinartina nefta xwe tenê wekî xeteke stratejîk bi Tengava Hurmizê ve girêdayî nemîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye