Rûsyayê bajarokek kontrol kir û 1750 dron xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bajarokê Golubkovo yê herêma Zaporizhzhia kontrol kiriye û di nava 24 saetan de 2 bombeyên bi rêberiya lazerê, 17 mûşek û hezar û 750 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bajarokê Golubkovo yê herêma Zaporizhzhia kontrol kiriye û dorpêça li ser yekîneyên Ûkraynayê yên li bakurê rojhilatê Kharkivê didomînin.

Wezaretê destnîşan kir ku li bakur û naverasta bajarê Dobropolye yê Donetskê pêşve çûne di rojekê de dest danîne ser 52 avahiyan.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, li 442 herêman li cihên hilanîna dronan, depoyên cebilxane û teqemeniyan û xalên kombûnên hêzên Ukraynayê hatin xistin.

Wezaretê destnîşan kir ku sîstemên parastina hewayî ya Rûsyayê di nava 24 saetan de 2 bombeyên asîmanî yên bi rêbera lazerê, 17 mûşekên krûz ên dûravêj ên "Flamingo" û hezar û 750 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye