Artêşa Rûsyayê şeva borî bi dronên teqîner êrîşeke nû li ser Kyîv paytexta Ukraynaya yê û derdora wê pêk anî. Di encama vê pêla êrîşan de ku binesaziya herêmê kir armanc, li gelek navçeyan hilweşîn û şewatên mezin çêbûn.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Ukraynayî, ji ber ketina parçe û bermahiyên dronan, li çendîn kargeh û navendên lojîstîkê agirên mezin derketin. Di bûyeran de zirarên mezin gihîştin malên sivîlan û wesayîtên barkêş, her wiha birîndar jî hene.
Tîmên agirkujiyê piştî êrîşan yekser çûn cihên bûyerê û di bin metirsiya êrîşên berdewam de dest bi vemirandina agir kirin. Tevî duman û şewata dijwar, tîman piştî xebateke giran karîbûn agir kontrol bikin.