Li Okyanûsa Pasîfîkê erdhejeke bi hêza 6,4 çêbû

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS) ragihand ku li bakurê welatê Vanuatu yê ku li Okyanûsa Pasîfîkê ye, erdhejeke bi hêza 6,4 rû da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Erdhejeke bi hêz herêma deryayî ya li bakurê girava Espiritu Santo ya ser bi komara Vanuatu ve hejand. Li gorî daxuyaniya fermî ya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS), navenda erdhejê di kûrahiya 188 kîlometreyan de di bin erdê de hatiye tespîtkirin.

Ji ber kûrahiya erdhejê, li herêmê tu metirsiya rûdana tsunamiyê çênebû. Her wiha di demên destpêkê yên piştî erdhejê de, ji aliyê rayedarên herêmî ve tu ziyanên canî an jî yên madî yên mezin nehatine ragihandin. Welatê Vanuatu li ser "Xeleka Agir a Pasîfîkê" cih digire û ji ber vê yekê her tim rûbirûyê erdhej û çalakiyên volkanîk dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye