Hêzên Parastina Hewayî yên Ûkraynayê ragihandin ku wan 40 dronên Rûsyayê xistine xwarê, Moskovayê jî diyar kir ku hêzên wan 300 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.
Hêza Hewayî ya Ûkraynayê eşkere kir ku Rûsya bi 60 balafirên bêmirov ji cureyên Şahid ên Îranê û balafirên din êrîşî Ûkraynayê kir, ku 40 ji wan hatin xistin.
Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dest nîşan kir ku hêzên wan 300 dronên Ûkraynayê xistine xwarê û cihên hilanîna mûşekên Sapsan bombebaran kirine.
Wezareta Rûsyayê da zanîn ku li herêma Donetskê pevçûnên tund derketine, hêzên Ûkraynayê hewl didin pêşketinên Rûsyayê asteng bikin.
Zelenskî roja duşemê ber bi Waşingtonê ve diçe û wê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.